Nêçîrvan Barzanî bo tîma ku Soranî li Google zêde kir: Xebata we xizmeta ziman û çanda Kurdî ye

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya hejmarek ciwanên ku xwebexşî zaravayê Soranî li ser xizmetguzariya Google Translate zêde kirin, kir û daxwaz ji wan kir ku wek tîmekê bimînin û alîkariya hev bikin ku di vî warî de baştir kar bikin. Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku xebat, berhem û encamên xebata wan hêjayî pesn, rêzê ye û xizmeta ziman û çanda Kurdî ye.

Îro Pêncşemê 19ê Gulana 2022an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tîma ku zaravayê Soranî ya zimanê Kurdî li ser xizmetguzariya Google Translate zêde kirin re civiya û piştevaniya xwe bo kar û projeyên tîmê di warê IT û teknolojiyê de ji bo pêşxistina zimanê Kurdî de, diyar kir.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, "Di civînê de ji aliyê beşdaran ve behsa çawaniya derketina fikra zêdekirina zaravayê Soranî ji bo xizmetguzariya Google, qonax û pêngavên xebatê, pirsgirêk û aloziyên wê û encam û sûdwergirtinê hate kirin.”

Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ya li hember wê karê mezin a ji bo zimanê Kurdî nîşan da û got, “Bi germî destxweşî li ciwanên ku di civînê de amade bûne û yên li Kurdistanê yan jî li derveyî welat in ku ji bo vê projeyê û berî niha jî zêdekirina zaravayê Kurmancî û ew xebatên di vî warî de wek çêkirina textekilîl û fontên Kurdî zehmetî kişandine dikim. Xebat, berhem û encamên xebata wan hêjayî pesn, rêzê ye û xizmeta ziman û çanda Kurdî ye.”

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ji bo kar û projeyên tîma xwebexş û hemû kesên ku dixwazin di warê IT û teknolojiyê de ji bo pêşxistina zimanê Kurdî xizmet bikin dupat kir.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hewlêrê Li Amedê Seredana PWKyê Kir
PWK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê piroz be
Amerîka: Em ji hewl û xebatên serok Barzanî yên hilbijartinê agahdarin û dibînin
Rêya Wanê û Miksê 130 roje girtiye
Siyasetmedar û rewşenbîr Kamîl Jîr wefat kir