Nêçîrvan Barzanî: Bila bîranîna "Şehîdên 1ê Sibatê" bibe wesîla pêkvebûn, lihevhatin û yekrêziya me

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser salvegera Şehîdên 1 Sibatê peyamek bîranînê belav kir û diyar kir:” Bila bîranîna wan bibe wesîla pêkvebûn, lihevhatin û yekrêziye me.”

Îro 18 sal ji ser êrîşa terorîstî ya Hewlêrê re derbas dibe ku di encamê de 103 kadro, berpirs û endamên PDK û YNKê şehîd bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi vê helkeftê peyamek belav kir û da zanîn: “Em bi rêz û şiko Şehîdên 1 Şubatê bibîr tînin û silavê ji bo ruhê wan yê pak dişînin. Karwana xebat û xizmeta wan serkirde û dilsozên ku bûn qurbaniyên destê reş yê terorê, wê heta hetayê berdewam be. Bila bîranîna wan bibe wesîla pêkvebûn, lihevhatin û yekrêziya me.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle