Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re civiya

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya pêwendiyên xwe yên li Tehranê de, bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku di çarçoveya pêwendiyên xwe yên li Tehranê de bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Rêberê Olî Elî Xamineyî re civiya.

Piştî hevdîtina bi Xamineyî re Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan re jî civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de behsa pêwendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatiye kirin.

Li ser girîngiya bipêşxistina pêwendiyên her du welatan aliyan tekezî li ser bingeh û derfetên zêdekirina çalakiyên bazirganî û aborî kir.

Di hevdîtinê de projeyên kompanyayên Îranê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê jî hatin rojevê.

Di hevdîtinê de herwiha rewşa siyasî û giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên herêmê hatin guftûgokirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku aramiya herêmê were parastin.

Tê çaverêkirin ku Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qelîbaf re jî bicive.

Di şandeya serdana Nêçîrvan Barzanî de cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê Cafer Şêx Mistefa û Mistefa Seyîd Qadir, Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed û Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab jî cih digirin.

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû