Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî û 25 saliya damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de daxwazê ji rojnamevanên Kurdistanê dike ku bi emanet û berpirsyariyê ligel peyvan serederiyê bikin û bi awayekî azad û pîşeyî û rast, nûçe û bûyeran bigihînin.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

Bi helkefta 125 saliya roja Rojnamegeriya Kurdî û 25 saliya damezrandina Sandîkaya Rojnamevanên Kurdistanê pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji wan ra dixwazim. Silav li bîranîn û giyanê Miqdad Midhet Bedirxan yê pêşeng, ku yekemîn rojnameya "Kurdistan" çap kir û weşand.

Bi vê minasebetê ez careke din hemû piştgiriya xwe ji bo rojnamevanan, azadiya çapemeniyê, azadiya derbirînê, azadiya pênûs û azadiya nivîsandinê dupat dikim. Azadiya rojnamegeriyê sitûn û bingeha sereke ya her civakek zindî û pêşketî ye, pêdiviyeke pêşîne ya pêşxistina demokrasî, azadî û parastina mafên mirov e, lewma divê bê parastin.

Peyv berpirsiyarî ye, lewra ez daxwazê ji rojnamevanên Kurdistanî dikim ku gelek bi emanet û bi berpirsiyarî bi peyvan ra rawestin û bi awayekî azad, profesyonel û rast nûçe û bûyeran bigihînin. Kar û wezîfeya xwe bi rêkûpêk û di çarçoveya etîka rojnamevaniyê da bi cih bînin da ku karibin rola xwe ya guncaw di tespîtkirina şaşiyan û kêmasiyan û serastkirina wan da bilîzin.

Silav û nemirî ji bo hemû wan rojnamevanên di serdema têkoşîn û azadiyê da jiyana xwe ji dest daye. Bîranîna wan her tim bi xêr be.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

22yê nîsana 2023yan

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
Rafael Grossi ji bo kargehên atomî banga hevkariya zêdetir li Îranê kir
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike