Nêçîrvan Barzanî bi Muqteda El Sadr re li ser avakirina hukumeta nû hevdîtin kir

.

 Serokê Herêma Kurdistanê û hem cîgirê serokê PDK ê Nêçîrvan Barzanî bi lîderên Sunnî Koalîsyona Taqaddumê û serokê parlementoya Iraqê Muhammed Hanbûsî, serokê Koalîsyona Azim Xemîs Xencer û bi serokê Rewtê Sadr Muqteda El Sadr re hevdîtin bike çû Necefê.

Lîder, hevdîtina xwe li devera Hannana li baregeha Muqteda El Sadr de kirin.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî, pêvajoya siyasî û ji bo astengiyên hene bên çareserkirin, mijaran guftûgo kirin.

Di hevdîtinê de bûn hemfikir ku diyalogê dewam bikin û îstîqrara siyasî biparêzin. Her weha behsa girîngiya avakirina hukumeta nû ya ku karibe xizmetê bike, li hemberê zorê û tehdîdan karibe di ber xwe bide, li ser girîngiya wê rawestiyan.

Piştî hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî, Muhammed Halbûsî û Xemîs Xencer seredana tirba Îmam Elî ya ku li Necefê ye kirin.

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin