Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan civiya

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 13ê Hezîranê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General Joel Vaul û şanda pê re kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa ewlehî, metirsiya terorê û gefên DAIŞê li ser ewlehî û aramiya Iraq û Sûriyê hat gotûbêjkirin. Herwiha tekezî li ser berdewamiya hevkarî û hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeymanan de hate kirin.

Di mijareke din a hevdîtinê de ku Wezîrê Karûbarên Pêşmerge û Supasalarê Pêşmerge amade bûn, tekezî li ser serxistina proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekkirina Pêşmerge hat kirin. Di vê derbarê de, her du alî li ser giringiya piştevaniya proseyê û nehîştina astengiyan hevnêrîn bûn.

Herwiha rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên cihê giringiya her du aliyan, aliyekî din ê hevdîtinê bû.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye