Nêçîrvan Barzanî bi Encumena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê re civiya

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Encumena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê re civiya.

Li gor zanyariyan, di civînê de Sekreter û Endamên Encumena Sendîkaya Rojnamevanan, bi kurtî di derbarê kar û çalakiyên xwe yên li demên derbasbûyî û plana wan ya paşarojê, herwiha rewşa rojnamegeriyê û astengiyên li ber karê rojnamevaniyê û rêkarên baştir ya rêxistinê li vî warî de û bi cûreyek hevsengiyek li navbera azadî û berpirsiyariyê de bê ferahem kirin xistin rû, herwiha rapora salane ya binpêkirinên warê rojnamegeriyê de pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kirin ku salane ji aliyê sendîkayê ve tê amadekirin.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bilî dûpatkirina piştevaniya berdewamiya sendîkayê û karê rojnamegeriyê li Herêma Kurdistanê, tekezî li ser rastbêjî û pîşeyîbûna rojnamevanan kir ku ew jî li bingeheke azad û dûrî li fişar û binpêkirinan de pêk tê û dûpat kir, gelê Kurdistanê ji bo azadiyê xebat kiriye, ji bo wê yekê nabê azadî jê bê sitendin, herwiha hêvî xwest Sendîkaya Rojnamevanan herdem parêzer û dakokîkareke wêrekê rojnamevanan bê.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiyê de piştgîriya xwe ji bo baştir rêkxistina yasaya karê rojnamegeriyê li Herêma Kurdistanê ragihand bi mercek her hemwarkirineke yasayê dawiyê de li xizmeta guncandina zêdetirî bingeha karê rojnamegeriyê bê û prensîpên azadiya rojnamegeriyê li ber çav bigre.

Serokê Herêma Kurdistanê, piştevanî û hevkariya xwe ya ji bo bestina kongreya nû ya Sendîkaya Rojnamevanan derbirî û hêvî xwest encamên wê guzarişt li xwest û berjewendiya pîşeyî ya rojnamevanan bike û daxwaz kir, azadiya hemû rojnamevanên Herêma Kurdistanê bê.

Herî dawî di hevdîtinê de nirxandina rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê û pêşhatên siyasiyên dawî û proseya guftûgoya pêkanîna hikûmeta nû ya li Bexda û çend babetên din ên rewşa navçeyê hatin guftûgokirin.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Seredana Serokê Weqfa Rêya Azadî Sîyasetmedarê Kurd Kemal Bûrkay Kir
Fehed Heyder: Siwêda mehek e di bin dorpêçê de ye
Heşda Şebî: Dilê desthilatê yan mîxê tabûta dewletê?
Seredana Dr. Nazif Yılmaz, vekîla wezîrê perwerde û fêrkariya Tirkiyê a li Lalişê
Parlamenterekî AK Partiyê xwest ku hevdîtinên HSD û Şamê li Enqereyê bên kirin