Nêçîrvan Barzanî bang li aliyên Iraqî kir: Werin Hewlêrê pirsên xwe çareser bikin

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo çarserkirina nakokiyên di navbera aliyê Iraqî de bang li wan kir û got, “Em bangî hemû hêz û aliyên Iraqê dikin ku werin Hewlêrê û dest bi gotûbêjeke cidî bikin ji bo derbaskirina vê rewşa aloz a welat.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê 29ê Tebaxa 2022an li ser xwepêşandana îro alîgirên Sedr û rewşa Iraqê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bang li aliyên siyasî kir û got, “Em ji nêzîk ve û bi dilgiraniyeke kûr li pêşhateyên siyasî û ewlekarî yên îro yên li Bexdayê û hin cihên din dinêrin. Em bang li hemû aliyan dikin ku bi xwe de biçin û nehêlin êdî rewş ji kontrolê derkeve.”

Nêçîrvan Barzanî her wiha bang li xwepêşanderan jî kir û anî ziman, “Xwepêşandan mafekî destûrî ye lê tevlîhevî û ragirtina saziyên dewletê ti pirsgirêkan çareser nake û rewş wê aloztir dike, ji ber vê yekê divê saziyên dewletê bên parastin û pêşî li karê wan neyê girtin.

Nêçîrvan Barzanî her wiha diyar kir ku pêwîst e hêzên ewlekariyê hişyar bin û bi hişyarî nêzîkî rewşê bibin û rê nedin xwepêşandan û bûyer ku bibin sedama zêdetir têkçûna rewşa ewlehî û qurbanîbûna Iraqiyan.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku rewşa Iraqê pêwîstî bi aqilmendiyeke mezin, vegera mantiqê, destpêkirina diyalogeke niştimanî û berpirsane û hevkariya hemû aliyan heye da ku ji vê rewşa dijwar rizgar bibin.

Nêçîrvan Barzanî got, “Em dûbare dikin ku Herêma Kurdistanê dê her dem alîkar be ji bo çareserî û têgihiştina aliyên Iraqî lewma em bang li hemû hêz û aliyên Iraqî dikin ku werin Hewlêrê û ji bo derbaskirina rewşê dest bi diyalogeke cidî bikin.”

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn