Nêçîrvan Barzanî bang li aliyên hevpeymaniya rêveberiya dewletê kir ku pabendî rêkeftinan bin

.

Serokê Herêma Kurdistanê “dilgiraniya xwe ya mezin” li dijî destkarî û guhertinên madeyên 13 û 14 yên projeyasaya budceya Iraqê nîşan da û ragihand, “Daxwaz ji hemû aliyan û bi taybetî aliyên hevpeymaniya rêveberiya dewletê dikim ku pabendî rêkeftinan bin.”

Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê roja Pêncşemê 25ê Gulana 2023an madeya 13 û 14 ya projeyasaya budceya giştî bi guhertin pesend kir ku girêdayî pişka Herêma Kurdistanê ne, çend endamên Kurd ên komîteyê ji civînê derketin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser guhertinan peyamek belav kir û got, “Em bi dilgiraniyeke mezin li destkarî û guhertinên projeyasaya budceya Iraqê dinêrin ku peywendiya wan bi mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hene û em bi tevahî red dikin.”

Bi gotina Nêçîrvan Barzanî ew gava, “Çêkirina astengan e li ber projeyasaya budceyê ku hemû Iraqî bi hêvî çavên wan lê ye ku ji bo sê salên bê were pesendkirin.”

Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman, “Pabendbûna bi rêkeftina siyasî ya hevpeymaniya rêveberiya dewletê, bingeha aştî û aramiya siyasî ya Iraqê û pêngaveke rast e bo paşerojeke baştir ji bo welat û hemû pêkhateyên wê. Revîna ji hev têgihîştinê û rêkeftinan û hewldana binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, bi temamî berovajî berpirsiyariya nîştimanî ye û ji bilî bêhêvî û alozkirina rewşa siyasî, tiştekî din ji hev dernaxe û ziyanê digihîne tevahiya Iraqê.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle