Nêçîrvan Barzanî aliyên siyasî yên Iraqê ji bo gotûbêjan vexwande Hewlêrê

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de bang li aliyên siyasî yên nakok ên Iraqê dike, bêne li Hewlêrê guftûgoyên rasterast ji bo çareseriya pirsgirêkan bikin.

Di daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hat: “Bi nîgeraniyeke kûr li rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatin dinêrin. Daxwaz ji aliyên siyasî yên nakok dikin xwe bigirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan, dest bi guftûgoyên rasterast bikin. Di vê rewşa hestiyar de, alozbûna zêdetir a rewşê, aştiya civakî, ewlehî û aramiya welatê dixe metirsiyan.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Digel ku em rêzê li îradeya xwepêşandanên aştiyane digirin, em tekezî li ser girîngiya parastina saziyên dewletê û ewlehiya can û mal û milkê welatiyan û karmendên dewletê dikin. Gelê Iraqê niha û di pêşerojê de hêjayî jiyaneke baştir e. Erk û berpirsyariya hevpar a hemû hêz û aliyan ew e ku bi hev re hewl bidin Iraqê ji vê rewşa hestiyar û metirsîdar derxin.”

Nêçîvan Barzanî tekez dike: “Herêma Kurdistanê weke her car dê bibe beşek ji çareseriyê, ji ber wê em bang li aliyên siyasî yên pêwendîdar ên Iraqê dikin ku bêne Hewlêrê, paytexta xwe ya duyem û dest bi diyalogeke vekirî û berfireh bikin, ji bo gihîştina bi têgihîştin û lihevkirinekê li ser bingeha berjewendiyê bilind ên welat. Ti pirsgirêkek ku bi diyalogê neyê çareserkirin nîne.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle