Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê derbarê erdheja bajarê Xoyê de daxuyaniyek belav kir

.

 Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniya xwe de dibêje;
“Mixabin di heftiya borî de çendîn caran erdhejek bi hêza 5.9 rîxterê li bajar û gundên derdora parêzgeha Urmiyê hejandiye.
Di erdhejê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 816 kes jî birîndar bûn, bi taybetî li gundên nêzî navenda erdhejê gelek xanî hilweşiyan.
Erdheja ku di demsala serma û seqemê ya niha de li herêmê rûda, bûye sedema gelek kêşeyan bo xelkê wî bajarî û navçeyên derdora wê, bi taybetî awayê rizgarkirina xelkê û awayê ku dezgehên hikûmetê bûne sedema nerazîbûnên mezin. Lê wek her carê kurdên ji herêmên din jî daxwazên gelê xwe û herêmên erdhejlêdayî bi cih anîn û li gorî îmkanên xwe çadir, xwarin û alavên germkirinê dabîn kirin.
Navenda Hevkariyê sersaxiyê ji malbatên wan kesan re dixwaze û hêviya başbûnê ji kesûkarên qurbaniyan re dixwaze. Bi berçavgirtina bernameya berê ya dezgehên hikûmî û dewletî yên Komara Îslamî di demên wiha de, ku bi xemsarî û gendeliya xwe xwê li birînên xelkê zêde kirine, daxwaz ji gelê Kurd dike ku erkên xwe yên mirovî û netewî bi cih bîne.”
Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?