Navên 26 berbijêrên serokomarê Iraqê ji parlamentoyê re hat şandin

.

Desteya Bilind a Niştimanî ya Lêpirsîn û Dadperwerî ragehand, lêkolîn li ser 26 berbijêrên serokomartiya Iraqê kirine.

Îro 3101.2022yê Desteya Bilind a Niştimaniya Lêpirsîn û Dadperwerî daxuyaniyekî çapemeniyê de ragehand: Li gor yasaya hejmara 10 a sala 2008ê lêkolîn li ser navên berbijêrên serokomarê Iraqê kirine.

Desteya Bilind a Niştimanî ya Lêpirsîn û Dadperweriyê got: Lêkolîn li ser navên 26 berbijêrên serokomartiya Iraqê kirine û navên wan bi fermî ji Parlamentoya Iraqê re hatine şandin.

Biryare roja 07.02.2022yê Parlamentoya Iraqê ji bo helbijartina serokomartiya nû ya Iraqê dê bicive û li gor gotinên piraniya çavdêr û siyasetmedarên Kurdistan û Iraqê, berbijêrê PDKê Hoşyar Zêbarî dê bibe serokomarê Iraqê.

Navên berbijêran waha ye:

- Hoşyar Zêbarî

- Xalid Sidîq Ebdulezîz

- Rizgar Mihemed Emîn

- Gelawêj Elî Emîn Pîre

- Umêd Palanî

- Rêbwar Ebdulrehman

- Feysel Muhsîn Kîlabî

- Şehab Ehmed Niêmî

- Husên Ehmed Safî.

- Ehmed Muh Rubeyî

- Ehmed Yehya Saidî

- Sebah Salih Seîd

- Kazim Xuzeyr Dawixne

- Luey Ebdulsahib Muhsîn

- Hemze Bersîm Meimurî

- Husên Muhsîn Hesenî

- Ebdulletîf Mihemed Cemal

- Omer Sadiq Ebdelî

- Saîr Xanim Mihemed

- Îqbal Ebdula Fetlawî

- Xedîce Xudabexiş Esed Qlawis

- Cebar Hesen Casim

- Hadî Ebdulhusên Ferîcî

- Reed Xuzeyr Sayil

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin