‘Navçeya Aram’ ji 4 şerîtan pêk tê

Derbarê ‘Naçeya Aram’ de ku tê pêşbînîkirin li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin, her roj zanyariyên nû tên belavkirin.

Derbarê ‘Naçeya Aram’ de ku tê pêşbînîkirin li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin, her roj zanyariyên nû tên belavkirin.

Piraniya wan zanyariyan jî li ser mijarên danûstandinê ne û heta niha biryara dawîn li ser wan danûstandinan nehatiye dayîn.

Herî dawîn derbarê pêşniyara Amerîkayê ya li ser ‘Navçeya Aram’ beşeke zanyariyan li ser medyayê belav bûne.

Li gor zanyariyên li ser medyayê hatine belavkirin ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê, li gor pêşniyara Amerîkayê, ji 4 şerîtan pêk tê.

Li gor vê yekê şerîtek li ser sînorê Rojava di navbera çemên Dicle û Feratê de bi kûrahiya 5 kîlometreyan tê pêkanîn.

 

Li wan 5 kîlometreyan hêzên hevbeş yên Amerîkî-Tirkî dê çavdêriyê bikin û ev şerîta yekem bajaran li xwe nagire, ango hêzên serbazî nakevin nav bajaran.

Şerîta duyem jî bi kûrahiya 9 kîlometreyan tê pêkanîn ku li vê deverê jî dê tenê hêzên Amerîkî hebin.

Piştî van herdu xetan, şerîtan sêyem tê avakirin ku ew jî dê bi kûrahiya 4 kîlometreyan be û ev dever jî dê tenê li jêr çavdêriya hêzên Amerîkî be.

Di şerîta çarem de jî kûrahiya navçeyê bi giştî digihije 18 kîlometreyan û li derveyî vê navçeyê çekên giran û Hêzên Sûriya Demokratîk bicih dibin.

Tirkiye û Amerîkayê roja 7ê vê mehê ragihandin, di encama danûstandinên rayedarên leşkerî yên herdu welatan de, herdu alî bi hev re li ser “avakirina navçeya aram bi hev re” û “damezrandina navendeke hevbeş bo hevahengî û birêvebirina karên damezrandina navçeya aram” li hev kirine.

 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro jî ragihand ku Cîgirê Fermandarê Fermandariya Hêzên Amerîkayê yên li Ewropayê, General Stephen Twitty û şandeke pê re îro serdana Tirkiyê kir û li Enqere bi Fermandariya Artêşa Tikriyê re hevdîtin pêk anî. Piştre hatibû ragihandin ku General Stephen Twitty derbasî parêzgeha Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê bûye û li ser sînorê Rojava lêkolîn kirine.

Herwiha roja 12ê Tebaxê jî şandeke 6 kesî ya leşkerî ya Amerîkayê serdana Rihayê kiribû û di çarçoveya pêngavên ji bo pêkanîna navenda operasyonên hevbeş de, li aliyê Tirkiyê, li ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê lêkolîn kiribû.

Siyaset Haberleri

Daxuyaniya bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat
Şandeyeke Kongreya Amerîkayê bi Ehmed Şer re civiya
Keleha Hewlêrê dê bi muzîka Rojavayê Kurdistanê olan bide: ‘Yekpar’ û ‘Şahmaran’
Şoreşa teknolojiyê: Robot êdî dikarin bibin dayîk
Ji Serê Kaniyê heta Derayê heman kes, heman tehdîd: Çekdar kincên xwe diguherin