Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg, Rûsya jiber êrîşên dawî yên li Ukrayna şermezar kir.
Stoltenberg ji Twitterê da zanîn ku ew bi Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba re axifî.
Wî dîyar kir ku Rûsya êrîş biriye ser herêmên sîvîl û zarar daye binesazîya bajaran û got ku ew Moskowê jiber wan êrîşan şermezar dike.
Stoltenberg da zanîn ku NATO dê dijî êrîşkarîya Kremlînê ligel Ukraynîyên wêrek be û got ku çi gava hewce be ewê alîkarîyê bidin Kîevê.
Karbidestên Ukraynî dibêjin ku Rûsya îro Duşemê serê sibe di serî de Kîev ya payxtext êrîş birine ser jimareke bajaran.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê dide zanîn ku bi êrîşên muşekî 11 kes hatine kuştin û 64 kesên din jî birîndar bûne.
Kurdistan Haberleri
Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin