Nasnameya kolberên kuştî û birîndar ên li sînorê Newsûdê dîyar bû

Nasnameya kolberên ku duh şev li sînorê bajarokê Newsûda Kirmaşanê û li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi teqeya hêzên Îranî hatibûn kuştin û birîndarkirin, dîyar bû.

Navenda Nûçeyan - Şeva bihorî, hêzên pasevanên sînor ên Îranê li alîyê sînorê bajarokê Newsûd a Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê, teqe li hejmarek kolberên Kurd kiribûn.

Destpêkê hatibû ragihandin, ku di vê bûyera teqekirinê de, kolberek hatîye kuştin û 3 kolberên din jî birîndar bûne, lê belê li gor çavkanîyên xwecihî yên li Rojhilatê Kurdistanê hejmara birîndaran bo 8 kesan bilind bûye.

Herwiha nasnameya kolberê kuştî û kolberên ku di bûyerê de birîndar bûne jî dîyar bûye.

Li gor zanyarîyên ji çavkanîyên xwecihî, di bûyera duh şev a li sînorê Newsûdê de kolberê bi navê Ehmed Sehrayî ku temenê wî 24 sal bûye, canê xwe ji dest daye.

Herwiha di bûyerê de 8 kolberên din ku xelkê bajarên Newsûd, Pawe, Cuwanro û Sewlawa bûne, birîndar bûne.

Li gor agahîyan, nasnameya kesên birîndar bi vî awayî ye: Ezîm Emînzade, Cebar Mihemedî, Zahîd Nûrî, Şahid Edak, Teha Sulêymanî, Celal Nûrî, Resûl Haşimî û Şadman Seyidî.

Her duh şev piştî agahdarbûna ji rûdana bûyerê, malbat û kesûkarên kolberan, herwiha hejmarek ji xelkê Newsûdê li ber derîyê binkeya polîs a li bajêr kom bûbûn, ji bo ku tiştekê ji çarenivîsa kolberên kuştî û birîndar bizanin.

Hat zanîn, ku xelkê Newsûdê bi xwe bi hawara kolberan çûne û termê kolberê kuştî û herwiha kolberên birîndar ji çîya anîne xwarê û bo nexweşxaneyê veguhastine.

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Antolojiya Helbestvanên Jin ên Kurd
Serok Barzanî: Divê doza gelê Kurdistanê bi rêya aştiyane were çareserkirin
Rêwîtiya Kurdan a ber bi Serê Kaniyê ve dest pê kir
Dem û mercên xizmeta Pêşmerge û hêzên Asayîşê hat pejirandin
Jina Kurd Şemsî Xusrevi, bi îdamê re rû bi rû ye