Nasir Rezazî: Netewa Kurd bi saya Kurdî maye

.

Hunermendê navdar ê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Nasir Rezazî tekez dike ku netewa Kurd bi saya Kurdî maye û piştevaniya xwe ji bo hilbijartina dersa Kurdî (Kurmancî-Zazakî) derdibire.

Hunermendê navdar ê Kurd tekezî li ser parastina girîngiya ziman kir û piştevaniya xwe ji bo kampanyaya hilbijartina dersa Kurdî nîşan da.

Hunermend Nasir Rezazî amaje bi siyaseta asîmîlekirina Kurdan a li Tirkiyê jî kir û got, bi stranên Tirkî hewl dan Kurdan bikin Tirk ku ew jî bi Tirkîkirina stranên Kurdî.

Hunermend Nasir Rezazî dibêje:

  • “Gelek girîng e, miletê Kurd, netewa Kurd bi çi maye! bi ziman maye, bawer bike, tenê tiştek ku hiştiye miletê Kurd heta niha bimîne, stranên Kurdî ne, eger stran nebin zimanê Kurdî jî namîne.”
  • Em nimûnekê bidin; li Tirkiyê bi çi Kurd kirine Tirk, bi stranên Tirkî ku zêdetir jî bi Kurdî bûn. Zêdetirî 2300 stranên Kurdî kirine Tirkî. Amerîkayê jî wiha kir, bi Hollywoodê çanda xwe bir hemû cîhanê. Kultûra xwe li hemû cîhanê belav kir.”
  • Em piştevaniya wan dikin, hêvîdar im serkeftî bin, karekî gelek girîng e. Em jî divê çi ji destê me bê texsîriyê nekin. Hêvîdar im hemû piştevaniya wî karî bikin. Ez bawer im dikin, ji ber ku bi rastî Bakurê Kurdistanê xebatkar in.”

Prose bi dawî dibe

Proseya serlêdana dersên bijarte û kampaniya agahdarkirina malbatan li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo hilbijartina dersa Kurdî ji zarokên xwe re berdewam e, lê ji bo serlêdanê tenê 3 roj mane.

Hejmareke zêde ya hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar, sazî û kesayetiyên Kurd tevlî kampanyaya piştgiriya li dersa bijarte ya Kurdî bûne û bang li malbat û xwendekaran dikin ku dersa Kurdî hilbijêrin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de