NASA îro roketeke nû dişîne ser heyvê

.

Îro Ajansa Esmanî ya Amerîkayê NASA, roketekê nû ber bi çerxa gerstêrka heyvê ve dişîne.

Tê texmînkirin nêzîkî 200 hezar kes ji wilayetên cuda yên Amerîkayê, li cihê firandina roketê amade bin.

Niştecihê Filorîda Logan got “Em careke din ber bi heyvê diçin, lê ev pêngava me ya yekem e, ji ber ku ji wê derê diçin Merîxê. Ev tiştekî gelekî mezin e.”

Di navbera salên 1968 û 1972an de, NASAyê di çarçoveya bernameya Apollo de, 9 geştên esmanî bi 24 kesan ber bi heyvê saz kirin.

Nişteciyê Arizonayê Lewis dibêje “Ez ji salên 60î ve kar û çalakiyên NASAyê dişopînim. Geşta NASAyê ya îro bo min taybetiyeke mezin e û careke din Amerîkayê dixe kûrahiya valahiya esman.”

Amerîka bi alîkariya Yekitiya Ewropa, Kanada û Japonê dixwaze bi vê geştê wêstgeheke daîmî li çerxa heyvê bi navê “Geituei” bicîh bike, daku bi vê rêyê amadekariyên geştên esmanî yên bi mirov ber bi gerstêrka Merîxê bike.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin