Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?

.

Piştî 21 demjimêrên dan û standinên rasterast û rûbirû, Amerîka û Îranê bêyî peymanekê dawî li civînên xwe yên li Îslamabada paytexta Pakistanê anî.

Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance dibêje, Tehranê mercên Washingtonê yên ji bo devjêberdana çeka nukleerî red kirine.

Tehran jî dibêje, li ser 3 xalan nakokiyên wan hene.

Ber destê sibê roja yekşemê, Amerîka û Îranê dawî li gera dîrokî ya dan û standinên rûbirû yên di navbera xwe de anî bêyî ku ti encam jê derkeve.

Ev yek jî çarenivîsa agirbesta nazik a du hefteyan xistiye ber gumaneke mezin.

Vance ku serokatiya şanda welatê xwe dikir, di wan dan û standinên 21 demjimêrî yên li Îslamabadê de ragihand ku civîn bêyî peyman bi dawî bûne.

Ev jî piştî wê yekê ye ku Îraniyan red kir ku mercên Amerîkayê yên ji bo devjêberdana çêkirina çeka nukleerî qebûl bikin.

Vance ji paytexta Pakistanê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ji medyaya welatê xwe re ragihand, reşnivîsa 10 xalî ya Îranê û plana 15 xalî ya Amerîkayê hatine gotûbêjkirin, li ser hejmarek xalan lihevkirinn çêbûye lê li ser 3 xalan nakok bûne.

Çavkaniyekê ji malpera nûçeyan a Axiosê ya Amerîkayê re ragihandiye ku nakokî li ser du xalan bûye:

Yekem: Daxwaza Îranê ya ji bo kontrolkirina Tengava Hurmizê.

Duyem: Radestkirina uranyuma dewlemendkirî ya Îranê û devjêberdana ji dewlemendkirina zêdetir.

Navbeynkarên Pakistanî daxwaz ji her du welatan kirin ku agirbestê biparêzin.

Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Îshaq Dar got, "Gelekî pêwîst e ku alî pabendî wê agirbestê bimînin."

Dar her wiha diyar kir ku welatê wî hewl dide di çend rojên bê de ji bo destpêkirina gotûbêjeke nû ya di navbera Îran û Amerîkayê de hêsankariyê bike.

Xalên nakok

Vance ji rojnamegeran re ragihand, "Rastiya hêsan ew e ku pêdiviya me bi sozeke piştrastkirî heye ku ew li pey çeka nukleerî û li pey wan amûrên ku dihêlin ew bi lez bibin xwedî çeka nukleerî nagerin.

Ev armanca sereke ya Serokê Amerîkayê ye. Ev ew tişt e ku me hewl daye bi rêya van dan û standinan bi dest bixin."

Alîkarê Serokê Amerîkayê got, di nava 21 demjimêrên borî de wî çend caran bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re axiviye, her wiha bi Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper re di nava pêwendiyê de bûye.

Dema ku Vance û Îraniyan bi awayekî cuda ji medyayê re diaxivîn, Trump ji bo temaşekirina lîstikeke têkoşînê ya UFCyê li bajarê Miami yê eyaleta Floridayê bû.

Vance ku Nûnerê Taybet Steve Witkoff û Jared Kushner pê re bûn, got, "Em bi pêşniyareke gelekî hêsan ji vir diçin ku ev teoriyek e ji bo lihevtêgihiştinê û ev pêşniyara me ya dawî û ya herî baş e.

Ka em bibînin bê gelo Îranî dê wê qebûl bikin an na."

Tevî ku Trump ragihandibû ku dê du hefteyan êrişên li ser Îranê rawestîne, daxuyaniyên Vance diyar nekir ku piştî bidawîhatina wê demê dê çi bibe yan jî dê agirbest bidome an na.

Di yekem berteka xwe de û wekî îşaretekê ji bo gava xwe ya bê ya li dijî Îranê, çend demjimêr piştî axavtinên Vance, Trump li ser tora xwe ya civakî, Truth Socialê, lînka nûçeyekê belav kir ku tê de hatibû gotin, di destê Serokê Amerîkayê de kartek zextê heye û ew dikare dorpêça deryayî bixe ser Îranê.

Berpirsekî Amerîkayî jî ji rojnameya New York Timesê re ragihandiye, "Gava bê di destê Trump de ye."

Paqijkirina Tengava Hurmizê

Artêşa Amerîkayê ragihand ku du keştiyên wêranker ên Amerîkayê di Tengava Hurmizê re derbas bûne wekî amadekariyekê ji bo paqijkirina rêyê ji mayînan.

Lê medyaya fermî ya Îranê ragihand ku fermandariya leşkerî ya hevbeş ev nûçe red kiriye.

Dema dan û standin didomiyan, Trump ji rojnamevanan re ragihand:

"Em mijûlî paqijkirina tengavê ne. Em peymanê bikin an na, ji bo min ti cudahiya wê nîne."

Girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve, di vî şerî de sûda wê ya herî mezin a stratejîk bû.

Berê nêzîkî pêncyeka petrola bazirganiya cîhanê bi rêya zêdetirî 100 keştiyan rojane di wê tengavê re derbas dibû.

Lê ji dema ku agirbest hatiye ragihandin, tenê 12 keştî derbas bûne.

Mercên Îranê

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê belav kir ku dan û standinên sêalî piştî ku mercên pêşwext ên Îranê hatin bicihanîn dest pê kirin ku yek ji wan kêmkirina êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê bû.

Şandeya Îranê ji televîzyona fermî ya welatê xwe re ragihandiye, di civînên xwe yên bi Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf re, wan "xetên sor" destnîşan kirine, di nav wan de qerebûkirina ziyanên ku ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê gihîştine Îranê û berdana sermayeyên cemidandî yên Îranê.

Pêşniyara 10 xalî ya Îranê ji bo dan û standinan daxwaza garantîkirina bidawîanîna şer dikir û hewl dida Tengava Hurmizê kontrol bike.

Her wiha daxwaza rawestandina şerê li dijî "hevbendên wê yên herêmî" dikir, bi taybetî rawestandina êrişên Îsraîlê yên li ser Hizbulahê.

Di beramber de, pêşniyara 15 xalî ya Amerîkayê, sînordarkirina bernameya nukleerî ya Îranê û vekirina Tengava Hurmizê li xwe digirt.

Ziyanên şer

Di vî şerê ku 28ê Sibatê bi êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Tehranê dest pê kiribû de, heta niha herî kêm 3,000 kes li Îranê, 2,020 li Libnanê, 23 li Îsraîlê û zêdetirî bi dehan kes jî li welatên Kendavê, Îraq, Urdin û Herêma Kurdistanê mirine û ziyan gihandiye binesaziya nîvê welatên Rojhilata Navîn.

Girtina Tengava Hurmizê jî bûye sedema qutbûna Kendavê û hinardeya petrol û gaza wê ji aboriya cîhanê ku ji ber vê yekê bihayê enerjiyê bi awayekî nedîtî bilind bûye.

Dan û standinên Îsraîl û Libnanê

Di demekê de ku Îsraîl tekez dike ku agirbest Libnanê nagire û êrişên xwe didomîne, dê sêşemê li Washingtonê dan û standin di navbera Îsraîl û Libnanê de dest pê bikin.

Ev yek piştî ragihandina ji nişka ve ya Îsraîlê ji bo rêdana bi dan û standinan tê, tevî ku pêwendiyên fermî di navbera her du welatan de nînin.

Lê şemiyê Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam ragihand, ji ber "rewşa navxweyî ya niha" geşta xwe ya ji bo Washingtonê paş xistiye.

Tê pêşbînîkirin ku ev yek bandorê li dan û standinan neke, çimkî tê çaverêkirin ku gera yekem di asta balyozan de be.

Îsraîl dixwaze hikûmeta Libnanê berpirsyariya bêçekkirina Hizbulahê bigire ser xwe, lê ev koma çekdar bi dehan salan e li ber hewlên kêmkirina hêza xwe disekine.

Roja ragihandina peymana agirbesta bi Îranê re, Îsraîlê bi awayekî dijwar Beyrût bomberan kir û 350 kes kuştin, ku li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, ji destpêka şer ve roja herî bi xwîn bûye.

Rojhilta Navîn Haberleri

Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye