Nahit Eren dîsa weke Serokê Baroya Amedê hat hilbijartin

.

Di 48emîn Civîna Giştî ya Asayî a Baroya Amedê de serokê niha yê baroyê Nahit Eren dîsa weke Serokê Baroya Amedê hat hilbijartin.

Duh 48emîn Civîna Giştî ya Asayî a Baroya Amedê li Navenda Kongreyan a Sezai Karakoç destpê kir û îro jî berdewam kir.

Di hilbijartinên serokatiya baroyê serokê niha yê Baroyê Nahît Eren û Muhlîs Ogurgul û Cengîz Baysal rikeberiyê hev kirin.

Di hilbijartinê de mafê 2043 endamên baroyê yê dengdanê hebû.

Serokê niha yê baroyê Nahît Eren ku di hilbijartinê de karî beşeke mezin ji dengan werbigire  cara duyemîn ji bo Serokatiya Baroya Amedê hat hilbijartin.

Herwiha îro 9ê Cotmeha 2022 li baroyên Dêrsim û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê jî hilbijartin hebûn serok û rêveberiyên nû bo wan baroyan jî hatin hilbijartin.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Rûdawê doh 8ê Cotmeha 2022ê Baroya Dêrsimê 12min Civîna Giştî ya Asayî saz kir û di encama hilbijartinê de Fatma Kalsen wek Seroka Baroyê hat hilbijartin ku tenê ew berbijêr bû.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle