Nadîrova: Ez serbilind im ku Kurdan li meclîsê temsîl dikim

Aktîvîst Narîn Nadîrova ev demeke dirêj e li Kazakîstanê dije, ji endamtîya Meclîsa Gel ya Kazakîstanê re hat hilbijartin.

Nadîrova ji Ermenîstanê jidayîk bûye û piştî zewicîye li Kazakîstanê bicih dibe.

20 sal li Kazakîstanê di beşên banka, aborî û fînansê de dixebite û di sala 2016an de xelata “Bangêra Salî” digire.

Di sala 2017an û 2019an de xelata “Yekitîya Gelê Kazakîstanê” digire

Nadîrova di Banqeka Home Credîtê de peywira CEO jî birêve dibe. Nadîrova pêr ji Meclîsa Gelê Kazakîstanê hat hilbijartin.

Nadîrova jina Kurd ya yekem e ku li mecîsa Kazakîstanê cih digire.

Serokê berê yê Federasyonên Yekitîya Komeleyên Kurd yên Yekitîya Sovyetan Prof. Dr. Kinyazê Birahim Mirzoyev jî salên borî li meclîsê wek alîgirê serokê meclîsê cih girtibû.

Ji xeynî Nadîova û Mirzoyev li meclîsê du kesên din yên Kurd, Ezîmê Şemo û Vekîl Nabîyev jî cih digirin.

Nadîova di derheqê emdamtîya xwe axivî û got, “Barê ser milên min giran bû lê ez gilî û gazînan nakim. Berovajî birûmet im. Li ser navê Kurdan li meclîsê me. Bi vê gelek serbilind û kêfxweş im. Bi vê peywira nû ez ê zêdetir ji gelê Kurd re xizmetê bikim.”

Nadîova dîyar kir, ew ê pirsgirêkên hemû ziman, çand û gelan bîne ziman û jibo parastina hêjayên Kurd çi derfet hebin wê bikar bîne.

Ji hevpeyvîna Abdulhakîm Gunaydin a Independent Turkçeyê hatîye wergerandin

 

Siyaset Haberleri

Jûra Bazirganiyê ya Amedê û Weqfa Mezopotamyayê ferhenga aborî ya Kurdî amade dikin
Li zinarên Qersê berhemên 7 hezar salî: Çîroka pezkovî û mirovên berê
Şanda Senatoya Fransayê: Herêma Kurdistanê hevalbendeke pêbawer a me ye
Ehmed Şer: Mafên Kurdan dikevin destûra Sûriyeyê û perwerde bi Kurdî dibe
Rojavayê Kurdistanê ji bo Kurdî li ser pêyan e