Mustafa Özçelîk: Me hevdîtineke berhemdar bi rêzdar Kemal Burkay re pêk anî

.

Di roja 12.08.2025ê de, li Enqereyê,  bi hevalên me Cîhgirên Serokê Giştî yên partîya me Mehmet Can Azbay û Vahit Aba û hevalê me endamê MYKyê Kasım Ergün re, me wek heyeta PWKyê, li Navenda Giştî ya Weqfa Rêya Azadî, seredana siyasetmedarê Kurd û Serokê Weqfa Rêya Azadî kak Kemal Bûrkay kir.

 Kak Kemal Bûrkay, eve zêdetirî 60 salan e ku wek rêber û têkoşerekî azadîya Kurdistanê, wek siyasetmedar, nivîskar, lêkolîner û helbestvan, kedeke hêja daye û berhemên bi qîmet afirandîye.

Wek heyeta PWKyê, me derfet dît ku em bi cenabê wî re sohbeteke berfireh û berhemdar bikin û me nêrînên xwe  pêşkêşî hev kir.

Me di hevdîtinê de, anî zimên ku îro, ji bo ku em bikaribin  li himber rîskên muhtemel bisekinin û firsendên ku derdikevin pêşberî me veguherînin destkeftîyan, li Bakurê Kurdistanê ji her demê zêdetir pêwîstî bi hevkariyeke neteweyî ya demokratîk a mayînde û bi îstîkrar heye, da ku gelê me li ser bingeha têgihiştineke neteweyî û demokratîk were birêxistinkirin.

Herweha di hevdîtinê de me anî zimên ku di vê pêvajoya dîrokî ya ku em tê re derbas dibin de, ku di nav xwe de rîsk û xeteriyên mezin û herwiha firsendên girîng jî dihewîne, ji bilî DEM Partî û HUDAPARê, ji bo ku hêzên neteweyî û demokratîk ên kurd ên herî berfireh û kesayetên bibandor ên civakê li ser platformeke hevpar hevkariyê û hevbendiyê bikin, tevî hemû tecrûbeyên erênî û neyînî yên heta niha hatine jiyîn, divê nirxandineke nû were kirin û gavên nû werin avêtin. Û di vê derbarê de em bawer dikin ku kak Kemal Burkay, wek rûsipîyekî kurd, mirovekî jîr û siyasetmedarekî xwedî tecrûbe, zanîn û agahîyên kûr, dikare roleke girîng û dîrokî bilîze.

Ji bo pêşewazîkirin û nêzîkatîya wî ya dilgerm, samîmî, dostanê û helwesta wî ya çêker ya di hevdîtinê de û ji bo 5 cîldên bîranînên wî yên ku îmze kir û diyarî me kir, em spasiya kak Kemal Burkay dikin.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Raperîn hilgira peyama azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye
PDK: Divê hemî alî bo tenahiya Herêma Kurdistanê û parstina destkeftiyên me bixebitin
Salvegera Raperînê: 35 sal berê gelê Kurdistanê li dijî dîktatoriyê serî hilda
Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Em ji bo biryara Komelaya Şoreşger kêfxweş in
Termên 87 leşkerên Îranê ji deryayê hatin derxistin