Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî

.

PWKyê bi minasebeta 4emîn salvegera wefata wî, welatperwerê kurd, hevalê me Feyyaz Ekmen, Ii Kercewsê, li ser mezelê wî bibîranî.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk peyamek ji bo bibîranînê şand. Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Bedran Acar peyama Mustafa Ozçelîk xwend.

Mustafa Ozçelîk:

‘’Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî

Hevalê me yê hêja, kek Feyyaz Ekmen di roja 30ê Nîsana 2021ê de, ji ber nexweşîya koronoya ji nav me koç kir.

Wan kesên ku kek Feyyaz nas kirine, baştir dizanin ku em behsa kê dikin, behsa kesayetekî çawa dikin.

Rast e, kek Feyyaz wek fizîkî ji nav me koç kir. Lê ew di dilê me de, li her çar alîyê cîhanê, di dilê bi hezaran kesî de dijî û dê her bijî.

Kek Feyyaz bi kesayeta xwe, bi dilsozî, fedakarî, nefsbiçûkî, biryardarî, welatperwerî, wêrekî, hevalbendî, hesasîyet, însanetî û bi nezaketa xwe ve dê ji bo me her wek nimûneyekî be, wek îdolekî be.

Kek Feyyaz ji 50 salî zêdetir e, wek kadroyekî, wek rêberekî PDK-Tyê, KİP-DDKDyê û PAKê bi fedakarî, bi bawerî, bi heyecan, bi evîneke ji dil a ji bo doza zzadîya Kurdistanê, bêwestan her di nav refên têkoşînê de bû. Kek Feyyaz damezranêr û pêşengekî fikra neteweyî, azadîxwaz, demokrat a Partîya Azadîya Kurdistanê bû.

Ji ber ku Kek Fayyaz vê kultur û hişmendîya ku Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li ser hatîye ava kirin, her ji dil diparast; heger îro ew sax bûya, dê kedkar û kadroyekî pêşeng ê PWKyê bûya.

Kek Feyyaz Ekmen, bi can û dil Kurdistanî bû; netewperwerî, welatperwerî, edalet, wekhevî, parastina mafê jinan û mafê zarokan, însanetî û empatî bingehê felsefeya jîyana wî bû. Herweha kek Feyyaz, bingehê şexsîyeta xwe ji malbata xwe ya welatperwer jî wergirtibû.

Em soz didin ku wê alaya azadîya Kurdistanê ku kek Feyyaz tu carî li erdê nexist, emê her li ba bidin û emê her di wê rêya wî ya bi şeref, bi rûmet û pîroz de bimeşin.

Tu şika me jê tuneye ku Kurdistan dê azad bibe û di Kurdistaneke azad de, dê gelê me mizginîya azadî û serxwebûnê bide kek Feyyaz û hemû şehîdên Kurdistanê.

Tu gotin têrê nake ku em xem û êşa xwe jî, hezkirina ji Kek Feyyaz jî, rûmet û serbilindîya bi naskirina wî jî tarîf bikin.

Emê tu carî te û keda te ji bîr nekin Kek Feyyaz.

Gelê Kurdistanê jî tu carî dê kek Feyyaz û keda wî ji bîr neke.

Bi minasebeta 4emîn salvegera wefata kek Feyyaz, em careke din sersaxîyê ji  Mehtapxan, Pelîn, Mizgîn, Mem Lorî û ji hemû malbata Kek Feyyaz û ya Mehtapxanê, ji me hemû hevalên kek Feyyaz û ji gelê Kurdistanê re dixwazin.

Ruhê wî şd, cîhê wî biheşt be.

30.04.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)’’

Kurdistan Haberleri

PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'
Jan Îlhan Kizilhan: Jenosîd bi rêya nexweşiyên derûnî derbasî nifşên nû jî dibe