Mûşsporê jî formayên xwe bi Kurdî dan nasîn: ‘Çûme Mûşê’

.

Tîma futbolê ya Mûşsporê bi strana gelerî ya “Çûme Mûşê” formayên xwe yên sala nû dan nasîn.

Stran ji aliyê hunermend Erol Berxwedan ve tê gotin.

Bi destpêkirina sala nû ya lîgên futbolê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tîmên futbolê formayên xwe didin nasîn.

Bi rêzê re Amedspor, Batman Petrol Spor, Wanspor, Mardînspor û herî dawî Mûşsporê formayên xwe yên sala nû bi klîpên Kurdî dan nasîn.

Di klîpa danasîna formayên Mûşsporê de strana gelêrî ya "Çûmê Mûşê" û strana "Keça Kurdan" a Şiwan Perwer hatiye bikaranîn.

Di klîpa danasîna Mardînsporê de strana gelêrî ya bi navê “Xipşê” û straneke Erebî hatibû bikaranîn.

Di klîpa Amedsporê de straneke Dengbêj Şakiro hatibû bikaranîn.

Her wiha Vansporê jî di klîpa xwe de cih dabû dengbêjan.

Batman Petrol Sporê jî di klîba xwe xwe de cih dabû strana gelêrî ya bi navê “Batman e Batman e“

Divê were gotin ku klîpên tîmên futbolê yên tîmên Bakurê Kurdistanê di medyaya civakî de rastî eleqeyeke zêde tên.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin