Mûsa Ehmed: Me nîgeraniyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê bûyera şeva Newrozê li Cindirêsê gihandin Tirkiyê

.

 Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî radigihîne, me nîgeraniyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê bûyera şeva Newrozê ya li Cindirêsê gihandin aliyên pêwendîdar ên Tirkiyê.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ji K24ê re ragihand, Wezîrê Derve yê Tirkiyê spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir ku hevkarî gihandin navçeyên ji ber erdhejê ziyan dîtine û tê de berdewam e.

Ragihand jî, em wek Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî spasiya Hikûmeta Tirkiyê kir ku wan hevkarî û hêsankarî ji bo me kirin ji bo gihandina hevkariyan bo Efrînê.

Mûsa Ehmed her wiha got jî, me nîgeraniyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên derbarê bûyera şeva Newrozê li Cindirêsê gihandin aliyên pêwendîdar ên Tirkiyê ku berpirsê Dosyeya Sûriyê di Wezareta Derve ya Tirkiyê de jî di civînê de amade bû.

Şeva Newrozê 20ê Adarê li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê ve, grûpa Ceyş El Şerqiye ji ber vêxistina agirê Newrozê, gulle li hejmarek welatiyên Kurd barandin û di encamê de 4 kes şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî duhî di daxuyaniyekê de êrîşa li Cindirêsê bi tundî şermezar kiribû û daxwazê ji berpirsên navçeyê kir ku lêpîrisîna pêwîst bikin û encamderên vê tawanê, bigihînin cezayên wan ên yasayî.

K24

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye