Mûsa Ehmed: Kampên li Kurdistanê ji yên li Tirkiye, Libnan û Urdinê çêtir in

.

Mûsa Ehmed got, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nûnertiya doza mirovî li Herêma Kurdistanê dike. Herwiha got, ev dezgeh hizra Barzaniyê nemir ji bo mijara pêkvejiyan, karên mirovî û jîngehparêziyê nîşan dide.

Amaje bi wê kir, “Me hewl da ku hevahengiyê di navbera welatên bexşkar, veberhêner û bexşkeran û welatiyên ku pêwîstiya wan alîkariya mirovî hene, çêbikin.”

Herwiha got, çanda xêrxwaziyê her tim li Kurdistanê hebûye û got: “Ev çand xalek erênî ya welatê me ye, me hewl da ku vê xêrxwaziyê organîze bikin û baweriyê di navbera welatiyan û xêrxwazan de ava bikin.”

Mûsa Ehmed got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Nemir moleta kar li Iraq û Herêma Kurdistanê, li Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wergirtiye, herwiha niha hewl didin ku li Sûriye, Tirkiye û Almanyayê jî werbigirin.”

Serokê Dezgeha Barzanî aşkere kir, ji bo bicihkirina penaberan li Herêma Kurdistanê zêdetirî 28 kampan, karekî ne hêsan e. Got jî: “Eger ne ji bo mirovên xêrxwaz ba, me nedikarî ev kar bikira. Kampên li Herêma Kurdistanê ji yên li Tirkiye, Libnan û Urdinê cuda û çêtir in.”

Kurdistan Haberleri

Serok Mesûd Barzanî: ‘Divê em dijwariyan bibuhêrin!’
CNN: Êrîşa Îsraîlê bi erêkirina Amerîkayê dibe ku çend hefteyan bidome
Almanya wê alavên agirkujiyê bişîne Îsraîlê
Li Êlihê di encama hilweşîna balkonê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes birîndar bûn
Li Îranê hejmara kuştiyan derket 224an