MÛŞ - Cendirmeyan şkence li welatiyekî kir: 'Heta sibehê qeşa danîn ser birînên min'

.

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, hêzên cendirmeyan şkence li Muhammed Erolê 32 salî kir.

Rojnamegerê Kurd Sinan Aygul vîdeoya Muhamed Erol li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kir.

Aygul ragihand kuhêzên Fermandariya Cendirmeyan a Mûşê doh demjimêr derdora 17:00an Muhammed Erol li mala wî ya li gundê  Norşînê desteser kiriye û biriye Fermandariya Cendirmeyan a Mûşê û niha piştî şkenceyê rewşa wî wiha ye.

'Heta sibehê qeşa danîn ser birînên min'

Muhammed Erol di vîdeoyê de şkenceya ku lê kirine wiha anî ziman:

“Piştî şkenceyê heta sibehê qeşa danîn ser birînên min da ku wenda bibin.”

Erolê ku bi zehmetî dikare bimeşe, bi malbat û parêzerê xwe re li Dadgeha Mûşê gilî kir.

Li gor zanyariyan piştî ku dozger ji bûyerê agahdar bûye bangî Rêveberê Ewlehiyê ya Mûşê û Fermandarê Fermadariya Cendirmeyan a Mûşê kiriye.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin