Muqteda Sedir daxwaza hilweşandina parlamentoyê kir

.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir peyamek arasteyî alîgirên xwe û aliyên siyasî yên Iraqê kir.

Muqteda Sedir di peyama xwe de diyar kir, tiştê niha rûdide, milmilaniya li ser desthilatê ye û wî hîn biryar nedaye ku beşdarî hilbijartinên bê bike.

Sedir destnîşan kir : “Em ne li dijî ti kes û aliyekî ne, ewên ku dixwazin me bikujin, weke ku di tomarên dengî de hatiye, em ji ber xoşewîstiya niştiman û gelê, ji bo wan hîdayetê dixwazin.”

Herwiha Sedir got: “Me ligel wan gotûbêj ceriband, me dît ku çi bi serê welat de hat, wêrankarî li pey hat, piştre gel gotina xwe got, gotûbêja ligel wan sûdê nade.”

Muqteda Sedir dibêje: “Em ti car rijandina xwînê naxwazin, lê belê çaksazî bi qurbanîdanê dibe, ez amade me ku şehîd bibin ji bo çaksazî û rizgariya gel û niştiman.”

Di beşeke din a peyama xwe de Sedir diyar kir: “Ey xelkê Iraqê, eger hûn guhertin û çaksaziyê dixwazin, ez li benda we me. Eger hûn rewşa niha dixwazin, hûn dizanin.”

Herwiha got: “Ji bo ku sûdeke esmanî û piştevaniya Xwedê ji bo hemûyan be, ez bawer im piraniya gel ji vê çîna desthilatdar tije bûye, em jî jê ne razî ne.”

Rêberê Tevger Sedir Muqteda Sedir eşkere kir: “Em bi rêya proseyeke demokrat a aştîxwaziya şoreşgeriyê, daxwaza çaksaziyê dikin.”

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'