MSDê dahatûya Sûriyê gotûbêj kir: Çareseriya leşkerî hate redkirin

.

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye, bi nûnerên ereb û rûspiyên herêmê re li ser dahatûya Sûriyê civîneke li dar xist.

Di civîna ku li bajarê Reqa yê jêr kontrola HSDê hate lidarxistin de, derbarê pêşdeçûnên siyasî, guhertinên li qada Sûriyeyê û gihandina nêrîneke hevbeş ji bo dayîna birayrekê ji bo siberoja Sûriyeyê re gotûbêj hatin kirin.

Siyasetmedar, rewşenbîr û kesên girîngiyê didin rewşa giştî, kesayetên navdar, şêx û rûspiyên eşîran beşdarî civînê bûn.

Di civînê de, li ser helwesta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û HSDê li hember rêveberiya nû ya Sûriyê hate gotin, helwesta wan ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve eşkere ye, ew jî pêwîste hemû alî bi rêya diyalogê xwe bigihin çareseriyên aştiyane.

Herwiha hate diyarkirin, helwesta MSDê û hêzên wê yên leşkerî ji bo misogeriya mafên hemû pêkhateyan sabit û zelal e û hemû çareseriyên leşkerî hatin redkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle