Mossadê îdia kir ku Îranê plana kuştina berpirsên Îsraîlê kiriye û wan jî pûç kiriye

.

Saziya îstixbarata derve ya Îsraîlê Mossadê îdia kir ku wan rê li ber hewldana Îranê ya ji bo şandina sîxuran a nav Îsraîlê girtiye ku armanca wan berpirsên pilebilind ên Îsraîlê bûne.

Di daxuyaniya Mossadê de hat îdiakirin ku Wezareta Îtlaatê ya Îranê hewl daye sîxuran bişîne Îsraîlê û ji nav welêt kesan peyda bike ku li ser berpirsên pilebilind ên Îsraîlê agahiyan kom bike û suîqestan pêk bîne.

Hat îdiakirin ku ji bo hewldana suîqestê 3 kes ji Îran û Fransayê hatine peydakirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesekî bi nasnavê Philip li Fransayê, ji bo hevdîtina bi îstixbarata Îranê re û wergirtina pereyan çend caran çûye Îranê.

Li gorî îdiayê, Philip ji bo avakirina şaneyeke ji welatiyên biyanî hatiye erkdarkirin û hewl daye ku derbasî Îsraîlê bibe.

Hat gotin ku her du kesên din hîn li Îranê ne.

Hat ragihandin ku Mossad ji bo eşkerekirina vê torê bi saziya îstixbarata navxwe ya Îsraîlê Şîn-Betê (Şabak) û saziyên îstixbaratê yên biyanî re xebitiye.

Siyaset Haberleri

Îraqê dest bi amadehiya budceyê kiriye, Herêma Kurdistanê nehatiye beşdarkirin
Geştên asmanî yên di navbera Almanya û Sûriyeyê de dest pê dikin
Iraq û Îran çend peyman û yadaştnameyên hevtêgihiştinê îmze dikin
Îsraîl: Tevlîbûna Erebistana Siûdî ya Peymanên Brahîm dê bibe gaveke dîrokî
Meyana Hesen: Parastina zimanê Kurdî li ser milê jinan e