Moskow: Em li dijî wê yekê ne ku li nava Sûriyê hebûneke "weke dewletê" were pêkanîn

.

"Rûsya rijd e li ser parastina yekparçebûna axa Sûriyê û rêzgirtina li serweriya wê."

Rûsyayê ragihand; welatê wan li dijî her hewldaneke damezrandina hebûneke "weke dewletê" li nav axa Sûriyê ne.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê SANA, Moskow diyar dike ku divê rêz li serwerî û yekparçebûna axa Sûriyê were girtin û destdirêjiyên Îsraîlê jî dubare nebin.

Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Sûriyê Aleksandr Lavrentyev dibêje: “Hewldanên damezrandina hebûneke weke dewletê li Sûriyê nayê qebûlkirin.”

Aleksandr Lavrentyev diyar kiriye ku Rûsya rijd e li ser parastina yekparçebûna axa Sûriyê û rêzgirtina li serweriya wê û dubare nebûna destdirêjiyên Îsraîlê.

Ev helwesta Nûnerê Serokê Rûsyayê di kongreyekê de hatiye ku îro li Şamê di çarçoveya civîna herdu desteyên hemahengiyê yên Rûsya û Sûriyê de kongreyek li ser vegera penaberên Sûriyê hatiye sazkirin.

Aleksandr Lavrentyev herwiha gotiye: “Divê em berdewam bin di şer û têkoşîna li dijî rêxistinên terorê de bi taybetî li Idlibê, herwiha divê rêkeftinên ku Tirkiyê îmze kirine, werin cîbicîkirin û ew welat berpirsyariya êrîşên terorîstî bigre ser xwe, ku li wir rûdidin. Divê li deverên rojhilatê Sûriyê şerê terorê were kirin.”

Kurdistan Haberleri

PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn
Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir