Moody's dereceya aboriya Tirkiyê daxist!

Dezgeha Moody's, ku aboriya welatan dinirxîne û li gorî wê pilebendî dike, ragihand, aboriya Tirkiyê ji ber çend sebeban lawaz bûye ji ber wê jî dereceya wê ji pileya “Ba3” daketiye “B1”.


Dezgeha nirxandina aboriya cîhanî ya bi navê “Moody's” dereceya aboriya Tirkiyê pileyek daxist.
Dezgeha Moody's, ku aboriya welatan dinirxîne û li gorî wê pilebendî dike, ragihand, aboriya Tirkiyê ji ber çend sebeban lawaz bûye ji ber wê jî dereceya wê ji pileya “Ba3” daketiye “B1”.
Moody's sebebên daketina pileya aboriya Tirkiyê jî eşkere kiriye û ragihandiye, dubarebûna hilbijartinên Stenbolê, kirîza S-400 di navbera Amerîka û Tikriyê de û îhtimala danîna dorpêçan li ser Tirkiyê ji aliyê Amerîka ve, bûne sebeb ku aboriya Tirkiyê lawaz bibe.
Wê dezgeha cîhanî texmîn kiriye ku aboriya Tirkiyê dê hîn lawaztir bibe.
Wezareta Darayî û Xezîneya Tirkiyê jî li hember wê raportê nerazîbûn nîşan daye û ragihandiye, aboriya Tirkiyê ne tenê lawaz nîne, gelekî jî bihêz e!
 

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin