Mohsen Namjoo dê li Wanê û çend bajarên din konseran saz bike

.

Hunermendê navdar ê Îranî Mohsen Namjoo yê ku ji aliyê New York Timesê ve wek "Bob Dylonê Îranê" hatiye binavkirin dê li 4 bajarên Tirkiyê û bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê konseran saz bike.

Mohsen Namjoo cureyên muzîkê yên rock û cazê bi muzîka kevneşopî ya Îranê re li hev tîne, di çarçoveya çend konseran li bajarên cuda de dê serdana Tirkiyê bike.

Yekem konsera Namjoo di 2ê Kanûna 2022an de li bajarê Stenbolê tê sazkirin. Ev hunermend piştî   konsera li Stenbolê, di 3ê Kanûnê de li Bursayê, 7ê Kanûnê li Enqere û 8ê Kanûnê jî li bajarê Konya yê Tirkiyê dê konsertên xwe saz bike.

Mohsen Namjo herî dawî di 10ê Kanûna 2022an de jî li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê derkeve pêşberî hezkiriyên xwe.

Mohsen Namjoo li parêzgeha Xorasanê ya Îranê ji dayik bûye ku piraniya xelkê wê Kurd in. Namjoo li wir  mezin bûye û zanîngeh jî li Îranê xilas kiriye. Niha li New York a Amerîkayê bi cî bûye û di Zanîngeha Stanfordê de wek profesorê muzîkê kar dike û heta niha 17 album derxistine.

Mohsen Namjoo di sala 2009an de ji ber kêmxistina Quranê di klîbeke xwe de ji aliyê dadgehên Komara Îslamî ya Îranê ve bi 5 sal cezayê zîndanê hatibû cezakirin.

Namjoo çend stranên xwe bi zaravayên cuda yên Kurdî jî gotine û ji aliyê ciwanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ve gelek tê hezkirin.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt