Mizraklî: Ev biryar destdanîna ser îradaye gel e

Li hember biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya ji bo dûrixstina şaredariyên hersê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê, Hevserokê Şaredariya Amedê, Selçuk Mizraklî ragihand, ev yek “destdanîna ser îradaye gel e.”

Li hember biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya ji bo dûrixstina şaredariyên hersê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê, Hevserokê Şaredariya Amedê, Selçuk Mizraklî ragihand, ev yek “destdanîna ser îradaye gel e.”

 

Selçuk Mizraklî li dijî biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya ji bo dûrixstina şaredariyên hersê bajarên Bakurê Kurdistanê beertek nîşan da û nerazîbûna xwe anî ziman. Mizraklî got, têkildarî dûrxistina wan bi ti awayî agahî negihîştiye destê wan.

 

Mizraklî herwiha got: “Em di rewşeke derhiqûqî de ne. Em qonaxeke nû ya bibpêkirina demokrasiya gel û nirxên hiqûqê dibînin.”

 

Hevserokê Şaredariya Amedê tekez kir, ev biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ne di çarçoveya destûra Tirkiyê de ye û ne jî li gor encamên hilbijartinan e.

 

Mizraklî bang li civaka Tirkiyê kir û ragihand, her kesê ku li Tirkiyê dijî, dive xwe li bin sîwana hiqûqê bibîne û tekez kir, ev helwesta li dijî şaredariyên HDPê , helwesteke li dijî nirxên demokrasiyê li Tirkiyê ye û “destdanîna ser îradeya gel e.”

Siyaset Haberleri

Zeydî û Barrack li ser "aboriyeke bi hêz û welatekî bê çekdar" li hev kirin
Arşîva Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê hat dizîn: Dest bi lêpirsînê hat kirin
Belgenameyekî nepenî ya CIA’yê li ser rewşa kurdan di sala 1959’an de
Telika sala 1930 ya Tirkiyeya Kemalist: Soza xweseriyê ji bo jinavbirina tevgera kurd
Putin daxwaza hevdîtinê ya Zelensky red kir: ‘Şer hilbijart’