Mizrakli danezana Wezareta Karên Navxweyî îmze nekiriye

Hevşaredarê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, Selçûk Mizrakli eşkere kir ku wî danezana Wezareta Karên Navxweyî îmze nekiriye.

Hevşaredarê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, Selçûk Mizrakliyî eşkere kir ku wî danezana Wezareta Karên Navxweyî îmze nekiriye. Wî got: “vî gelî ev wezîfe daye min, ji ber wê îmzekirina belgeyê dê bêrûmetî bûya.”

Li gor nûçeyeka Ajansa Mezopotamyayê, Mizrakli û desteya digel wî çûye şaredariyê. Polîsan rêya wan girtiye û ji wan re gotiye dema karî dest pê nekiriye ew nikarin derbas bibin.

Hevşaredarî eşkere kiriye ku piştî cihgirê walîyê Amedê wek qeyûm çûyî şaredarîyê ji wî hatiye xwestin ew belgeyê îmze bike lê wî îmze nekiriye.

“Heta yên hatîn erkdarkirin hêza xwe ji îradeya gelî nestînin, hemî sîstemên wan dê di çavên gelî de ne meşrû bin.”

Siyaset Haberleri

Jared Kushner ji bo plana aştiyê ya Xezeyê diçe Îsraîl û Misirê
Mezlûm Ebdî bi şandeyeke hikûmeta Sûriyeyê re civiya
Îranê li ser sînorê Baneyê kolberek kuşt
Li Hewlêrê êrişa bi dronan: 3 dron hatin xistin
Li Dihokê ‘Rêberê Rastnivîsa Zimanê Kurdî’ hat ragihandin