‘Mixalefetê li hev kiriye, dê navê Sûriyeyê biguhere’

.

Endamê Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê Îbrahîm Biro da zanîn ku li gorî lihevkirina wan dê navê Sûriyeyê were guhertin.

Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.

Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê sala 2015an hat damezirandin û Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) jî tê de cih digire.

Îbrahîm Biroyê ku li ser navê ENKSyê di nava Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê de cih digire bû mêvanê Rûdawê û pirsên Dildar Herkî bersivandin.

Endamê Desteya Danûstandinan a Mixalefeta Sûriyeyê Îbrahîm Biro di axaftina xwe de behsa van xalên girîng kir:

“Biryara navneteweyî ne tenê rûxandina rejîmê ye, li Sûriyeyê qonaxeke veguhêz heye.

Divê Kurd jî ji vê qonaxê re amade bin.

Çareserî heta niha ne zelal e.

Navê Sûriyeyê dê biguhere.

Kesî li ser federalîzmê tifaq nekiriye.

Dê di destûrê de were nivîsandin ku Sûriye dewleteke pirolî û pirneteweyî ye û ji Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmenan pêk tê.”

RUDAW

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle