Mistefa Karawî: Zagona budçeyê wê di demek nêzîk de bikeve meriyetê

.

 Lêjneya Karûbarên Darayî ya Parlamentoya Iraqê tekez kir ku ti guhertinên bingehîn di yasaya budçeyê de nehatine kirin û ragihand, ew guhertin girêdayî madeya 12ê ye, ku lêçûnên derxistina petrolê li Herêma Kurdistanê birêkûpêk dike.

Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Mistefa El-Kerawî îro Yekşemê 09.02.2025ê di daxuyaniyekê de ragihand, guhertinên ku ji aliyê Serokwezîr û Encumena Wezîran ve hatine şandin, tenê li ser maddeya 12ê ye, ku behsa lêçûnên derxistina petrolê li Herêma Kurdistanê dike.

Kerawî got, "Guhertin tê payîn ku di demek nêzîk de bikeve meriyetê. Ev jî wê rê bide hinartina petrolê ji kêlgehên Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhanê bi rêya SOMOyê.” Karawî da zanîn ku bi guhertinên dawî re di Qanûna Budçeyê de ti guhertinên radîkal nehatine kirin.

Parlamentoya Iraqê îro Yekşemê 02.02.2025ê bi beşdariya 176 parlamenteran, ji bo dengdana li ser proje yasa û serrastkirina yasayan, ku ya herî girîng jî guhertina yasaya budçeyê bû, civiya.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide