Mistefa Hicrî: Xebata xortên şoreşger ên Kurd û berxwedaniya wan, hêvîbexşa paşerojeke geş û azad bo nîştimana me ye

.

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta 12ê Cozerdanê, roja Girtiyên Siyasî yên Kurdistanê, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Roja 12ê Cozerdana 1362 a Rojî, 59 xortên şoreşger ên bajarê Mihabadê ku di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de binçavkirî bûn, ji aliyê wê rejîma dije miroviyê ve hatine gullebarankirin.

Ji bo bilindragirtina yada wan şehîdane, bi destpêşxerî û piştevaniya hejmarek ji rêkxirawên çalak û parêzer ên mafê mirovî, ew roje wek roja “Girtiyên Siyasî yên Kurd” li Rojhilatê Kurdistanê hatiye navdêrkirin.

Xweragiriya girtiyên siyasî û serneçemandina wan, remza zindîbûn, berdewamî û serkevtina xebata rizgarîxwazî û nasnamexwaziya neteweya me ye.

Ji bo bilindragirtina wê hilkeftê, em serê xwe li hember hemû girtiyên siyasî yên Kurd, hemû şehîd û qurbaniyên li nav reşçalên rejîma dije Kurd a Îranê ditewînin. Xebata xortên xwedî hizir û bawer û şoreşgerên Kurd û xweragiriya wan, hêvîbexşa paşerojeke geş û azad bo nîştimana me ye.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle