Mistefa Hîcrî û Mustafa Ozçelîk peyamên pîrozkirina newrozê ji hev re şandin

.

Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Îran) Mistefa Hîcrî, bi peyamekê newroza Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)  Mustafa Ozçelîk pîroz kir. Mustafa Ozçelîk jî bi peyamekê newroza Rêzdar Mistefa Hîcrî û hemû endam û têkoşerên PDK-Îranê pîroz kir.

Rêzdar Kak Mistefa Hîcrî

Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Îran)

Peyama cenabê we ya pîrozbahîya newrozê gihîşte berdestê me.

Spasîya cenabê we dikim.

Bi hêvîya ku ev newroza ji bo gelê me yê her çar perçeyên Kurdistanê bibe destpêka bidest xistina mafên neteweyî û demokratîk; bibe destpêka azadî û serfirazîyê...

Ez jî li ser navê hemû endam û rêvebirên partîya me, Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), newroza cenabê we û ya hemû endam û rêvebir û têkoşerên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Îran) pîroz dikim.

Newroz li gelê me pîroz be.

Li gel rêz û silavên xwe.

20.03.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû