Mistefa Hicrî: “Pêşewa bo me çavkaniya Kurdiniyê ye”

.

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî” bi hilkefta 10ê Xakelêweyê peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Bi darvekirina “Pêşewa Qazî Mihemed” û hevalên wî, teror û şehîdkirina rêberên Kurd di dîroka xebata wî gelî de, vê rastiyê dide selimandin ku qebûlkirin û berfemî naskirina nasnameyek bi navê Kurdbûn, rûbirûyê astengek mezin a praktîkî û hizrî, ya bi navê zêdexwaziyê bûye.

Forma vê zêdexwaziyê guherîn li ser de tê, lê hizrînek ku li pey înkarkirin û jinavbirina Kurd û Kurdistanê ye, her wek xwe maye.

Pêşewa bo me çavkaniya Kurdbûnê ye, çi wek avakerê qevareke dîrokî, çi wek dozek ku heta îro li dijî siyaseta zêdexwaziyê pêdagîriyê dike, rêbazek ku nîştimanek rizgarkirî û jiyaneke azad bi binyata siyaseta xwe dizane û fîdakariyê bo dike, ew mîrat û serweriya ku ji Pêşewa ve bo me bi cih maye, bi tenê Kurdistan nine, belkî cihgîrkirina nasnameyeke cuda bi taybetmendiyên şoreşgerane û welatparêziyê ye.

Tevgera rizgarîxwaziya Rojhilat, bilî wefadarî, fîdakarî û pêdegirî li ser rêbazekê ku şehîdên Kurdistanê û serwetir ji hemûyan Pêşewa bo diyarî kiriye, ti rêyek din nine.

Nemirî bo canê paqij ên şehîdan û em serê rêz û emegnasiya xwe li hember malbatên serbilind ên şehîdan diçemînin.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin