Mistefa Hicrî Malbata Jîna Emînî, li malbatên Şehîdanû girtiyên şoreşa Jin, Jiyan Azadî pîroz kir

.

Roja Sêşemiyê, 12ê Kanûna yekem, kak Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat a kurdistana îranê, li peyamekê de, dana xelata Saxarov bi malbata Jîna Emînî, li malbatên Şehîdanû girtiyên şoreşa Jin, Jiyan Azadî pîroz kir.

Deqa peyamê wihaye:

Dana xelata “Saxarov” bo azadiya hizirkirinê bi Jîna Emînî, keça Kurd a Rojhilatê kurdistanê, ku bû remza xebat li pêxema azadiyê, cehdekî cihê dilxweşiyê û deskevtekî bihagirane.

Pêşkêşkirina wî xelatî ji aliyê Yekîtiya ewrûpa ve bi Jîna Emînî, amajeyeke bo bandora tevgêra Jîna yê û nirxên mezine wê tevgerê ku bi diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” xebata azadîxwazî li Îranê de ber bi qonaxekî çarenivîssaz ve bir.

Şoreşa “Jîna”yê bi pêşengayetiya jinan,  li nava civatgeha Kurdistanê ve serî hilda û piştre parên dinê ye îranê û heta cîhana derve jî bi xwe ve girt, girêdayî bi xebata li pêxema azadî, vekhevî, bextewerî û kerameta kit û komê ye.

Pêşkêşkirina wî xelatî weke cehdekî jêhatî bona rêzgirtin ji xebat û qurbanîdana civatgeha kurdistanê, netewên bindest û hemî azadîxwazên Îranê li pêxema rizgarî û serbestiyê de tête zanîn.

Bi vê hilkevtê ez pîrozbahiyê li malbata serbilinde jîna Emînî û tev malbatên Şehîdan û girtiyên şoreşa Jînayê û hemî azadîxwazên Kurdistan û Îranê dikim.

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya giştî a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

12ê Kanûna Yekem a 2023an a Zayînî

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle