Mistefa Hicrî: “Em jehrîbûna dersxwanan ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar dikin

.

Rêzdar “Mistefa Hicrî” Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê derheq jehrîbûna dersxwanên dibistanan li Kurdistan û Îranê twîtek belav kir.

“Mistefa Hicrî” li ser rûpela xwe ya Twîterê nivîsiye: “Jehrîkirina sedan desrxwan û xwendekarên keç di heyama meha borî de li navçeyên cuda yên welat, kiryareke plankirî ye ku rasterast yan nerasterast ji aliyê Komara Îslamî ve li dijî vê qata zana û têkoşer a civakê tê encamdan”.

“Mistefa Hicrî” di berdewamiya Twîta xwe de nivîsiye: “Em vê kiryara nemirovane şermezar dikin û daxwazê ji civaka navdewletî, rêxistinên mafê mirovî û bi taybetî parêzerên mafê jinan û xelkê azadîxwaz ên Îranê dikin ku givaşan bixine ser hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê da ku pêşî ji vê kiryara cinayetkarane bê girtin”.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle