Mistefa Hicrî derbarê erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê Twîtek belav kir

.

Berpirsê Navenda Birêbveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, derheq erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê Twîtek belav kir û sersaxî da malbat û kesûkarên wê erdhejê.
Rêzdar “Mistefa Hicrî” li ser hesaba xwe ya Twîterê nivîsiye: Pêka nûçeyên belavbûyî, sibêdeha îro Duşemî 17ê Rêbendanê, erdhejek bihêz li bajarê Mereşê û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hat û herwisa navçyeke berfireh li Rojavayê Kurdistanê hejand û di encamê de bi sedan kes canê xwe ji dest dan û birîndar bûn û kavilkariyek mezin li pey xwe anî.”

Di berdewamiyê de rêzdar “Mistefa Hicrî” nivîsiye: “Bi vê boneyê ez li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiya xwe bi malbat û kesûkarên qurbaniyan û hemû rûniştiyên deverê re radigehînim û hêvîdar im ku birîndarên wê bûyerê bi zûtirîn dem baş bin”.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle