Mistefa Hicrî: “Ciwan hêza tevgera guherînên kûr ên siyasî û civakî li avakirina paşerojeke cuda ne”

.

 Mistefa Hicrî, berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta roja cîhaniya Ciwanan peyamek belav kiriye.

Deqa peyamê wiha ye:

Roja cîhaniya Ciwanan, ku ji aliyê Kora Giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî ve bi dirûşma “Avakirina cîhaneke beştir, tevî ciwanan” wek boneyeke cîhanî diyarî kiriye, li hemû ciwanên Kurdistan û Îranê pîroz be.

Komara îslamiya Îranê wek rêjîmeke paremayî û tepeserker, ne bi tenê ti bawerî bi vê sermayeya civakî nîne, belku zêdetirîn rol li serkut, îşkence û kuştina ciwanan de hebûye.

Derbasbûyî û nihaya vê rêjîmê li destdanîn bi ser mafê jiyana modern, şikandina keramet û bêparkirina wan li warên siyasî, civakî, aborî û …hd, hewcehî bi belgeyan nîne. Li rewşeke wiha de ciwan bi hişarî û Îradeya tekoşîn li pêxema jiyaneke hêja, li ser şeqaman û li xwendingehan û warên din, palder û beşdarê tevgera giştî û nerizayetiyan li dijî rêjîmê bûne, bi taybet ku pêgeh û hêza pengurî ya ciwanên azadîxwaz û şoreşgêr li tevgera Jînayê, ti gumanek nehiştiye ku ciwan, wek sermayeyeke mezin û bi nirx a mirovî û civakî, li avakirina paşerojeke geş rola bingehîn û hêza bizivîner a guherînên kûr ên siyasî û civakî li avakirina paşerojeke cuda jî derbasbûyî hene.

Ev boneye li hemû ciwanên xwedî seh û şoreşgêrên Îran û Kurdistanê pîroz be.

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a kurdistana Îranê

22ê Gelawêja 1403 a Rojî

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin