Misrê li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

.

Wezareta Derve ya Misrê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku divê Tirkiye êrişên xwe yên esmanî yên li dijî Rojava û Herêma Kurdistanê demildest rawestîne û got “Ev êriş binpêkirina serweriyê ne.”

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî li Qeterê dest dan hev, dihat çaverêkirin ku gavên nû ji bo asayîkirina têkiliyên dualî bên avêtin, lê Misrê li dijî êrişên esmanî yên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Misrê diyar kir ku operasyonên Tirkiyeyê li dijî serweriya Rojava û Herêma Kurdistanê ne û got “Em êrîşên dawî yên Tirkiye û Îranê yên li dijî welatên Ereb ên bira Iraq û Sûriyeyê bi nîgeraniyeke mezin dişopînin. Ev êrîş binpêkirina serweriya her du welatan e.”

Di daxuyaniya ku bi îmzeya Berdevkê Wezareta Derve ya Misrê Ehmed Ebû Zeyd hat belav kirin de hat ragihandin “Misr ji bo rê li ber rijandina xwînê û ne aramiya zêdetir bigre banga kêmkirina rageşiyê dike.”

Hikûmeta AKPê di dema Bihara Erebî de di sala 2013an de ji ber ku hikûmeta Birayên Misilman bi darbeyê hilweşandibû têkiliyên xwe bi rêveberiya Ebdulfettah Sîsî re qut kiribû. Yekemîn têkiliya Tirkiye û Misrê di asta lîderan de hefteya borî piştî 9 salan li Qeterê pêk hatibû.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye