Misir daxwaza vekişîna hêzên Tirkiye ji Rojavayê Kurdistan û Sûriyê dike

.

Wezîrê Derve yê Misrê daxwazê ji Tirkiye dike daku hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistan û Sûriyê vekişîne, lê Tirkiye jî pêdagire li ser helwêsta xwe ya dîrokî.

Roja Pêncşemê, 13ê Nîsana 2023an, Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şukrî serdana Tirkiye kir û di dema du mehan de bo cara sêyem li gel hevtayê xwe Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu civiya.

Şukrî behsa pirsa Sûriyê kir, ku di şerê navxwe yê vî welatî de, Tirkiye bi rêya hêzên xwe piştîvaniya grûpên çekdar ên opozisyonê dike.

Wezîrê Derve yê Misrê di konfranseke rojnamevnî de got “Min jê re got ku divê serwerî û yekîtiya axa Sûriyê bê parastin û min got ku divê hêzên biyanî ji Sûriyê vekişin.”

Ji aliyê xwe ve, Çavuşoglu tekezî li ser helwêsta dîrokî ya  Tirkiye kir û got, hebûna hêzên welatê wî li Sûriyê bo şerê “terorê” pêwîst e. Çavuşoglu got jî “ Divê hûn piştrast bin ku ti gefeke me li wir nîne.”

Hebûna hêzên Tirkiye li Rojavayê Kurdistan û bakur  û rojavayê Sûriyê bûye xaleke nakokiyê bo asayîkirina peywedndiyan di navbera Tirkiye û Sûriyê de.

Herçiqas Beşar Esed, vekişîna hêzên Tierkiye ji welatê xwe kiriye mercê civînê li gel Receb Teyib Erdogan.

Şukrî di vê mehê de, li Qahîre bo cara yekem piştî zêdeyî deh salan pêşwaziyê li Wezîrê Derve yê Sûriyê kir.

Ev peywendiya dîplomasî di navbera Qahîre û Enqere de, di demekê de ye ku Tirkiye dixwaze peywndiyaên xwe li gelek çend welatên Erebî asayî bike.

RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin