Mişel Temo li Almanyayê hat bibîranîn

.

Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mişel Temo li bajarê Wolfsburgê yê Almanyayê hat bibîranîn.

Şepêla Pêşerojê ya Kurd a Sûriyeyê û revenda Kurdistanî, li bajarê Wolfsburgê yê Almanyayê Mişel Temo bi çalakiyekê bi bîr anî.

Siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên ji her çar perçeyên Kurdistanê li çalakiyê amade bûn.

Mişel Temo sala 1957an li baharê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Mişel Temo beşa endaziyariya çandiniyê qedandiye.

Di salên 90î de dest bi karê siyasî kiriye û sala 2005an Şepêla Pêşerojê ya Kurd a Sûriyeyê damezirandiye.

Mişel Temo gelek caran ji aliyê îstaxbarata hikûmeta Sûriyeyê ve hatibû girtin.

Serokê Şepêla Pêşerojê 7ê Çiriya Pêşîn a 2011an li bajarê Qamişloyê ji aliyê komeke nenaskirî ve hat kuştin.

Di heman bûyera kuştina Mişel Temo de, kurê wî Marsêl Temo û Serkirdeya Şepêla Pêşerojê Zahîde Reşkêlo jî bi giranî birîndar bûbûn.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire