Mîsal Alosî: Dadgeha Federal her tiştekî nedemokratîk li dijî Herêma Kurdistanê rewa dike

.

 Siyasetmedarekî Ereb dibêje, parlamentoya Kurdistanê parlamentoyeke yasayî û destûrî ye û di encama şoreş û xwîna şehîdan de hatiye avakirin. Got jî: “Dadgeha Federal her tiştekî nedemokratîk li dijî Herêma Kurdistanê rewa dike.”

Siyasetmedar Mîsal Alosî ji K24ê re got: “Ez dilgiran im ku welatiyekî Kurd li Bexdayê xwe dispêre siyaseteke ne Kurdî û têkçûyî, her wiha şikestxwarên Bexdayê fermanê li ser Herêma Kurdistanê bidin.” Wek nîşanekê bo piştevaniya endamên bloka YNKê ji guhertinên di projeyasaya bûdceyê de.

Got jî: “Parlamentoya Kurdistanê di encama şoreş, têkoşîn û xwîna şehîdên Herêma Kurdistanê de hat avakirin, nabe bi rêya çend dadwerên nêzîkî Îranê ti gumanek bi parlementoyê bê kirin.”

Alosî tekez kir: “Dadgeha Federal her tiştekî nedemokratîk li dijî Herêma Kurdistanê rewa dike.”

Alosî diyar kir ku “Dadgeha Federal bi biryara hikûmeta berê ya Iraqê ku Ayad Elawî Serokwezîr bû, hatiye avakirin. Hikûmeta wê demê, hikûmeteke demkî bû û destûra Iraqê jî tune bû, ango ev dadgeheke nedestûrî ye.”

Her wiha got: “Biryarên Dadgeha Federal, cihê şermezariyê ne”. Tekez kir jî ku Herêma Kurdistanê herêmeke serkeftî ye, her wiha dibistan, zanîngeh û nexweşxaneyên wê jî serkeftî ne.

Alosî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Li Herêma Kurdistanê demokrasî heye, karê hevbeş heye, Kurdistan bi rastî bihişta têkoşeran e. Di heman demê de li Bexdayê dijayetiya Herêma Kurdistanê, beşek ji rojeva şikestxwaran û milîsên ku mûşek û dronan diavêjin ser Herêma Kurdistanê ye.”

Siyasetmedarê Iraqî Mîsal Alosî tekezî li wê yekê kir: “Divê em piştgiriya lihevkirin û rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin.”

Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Mihemedê Hacî Mehmûd: Qewareya Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e, ji nav naçe
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir