Mîrê Kurdên Êzidî serdana Şingalê kir

.

 Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Kurdên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê bo yekemîn car piştî hilbijartina wî weke Mîrê Êzidiyan, îro bi serdanekê çû Şingalê.

Peyamnêrê Rûdawê Eyûb Nisrî ragihand, karwana Mîrê Kurdên Êzidî îro ber bi Şingalê ve birêket û dê li Şingalê serdana çend cihan bike û hin hevdîtinan bi xelkê û kesayetên Êzidî yên deverê re pêk bîne.

Karwana otomobîlên Mîrê Kurdên Êzidî û şanda pê re di bin parastina Hêzên Pêşmerge de derbasî Şingalê bû.

Mîrê Êzidiyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg û şanda pê re li gundê Til Qeseb li başûrê Şingalê ji aliyê xelkê û kesayetên Kurdên Êzidî ve hatin pêşwazîkirin.

Kurê Mîr Hazim, Emîr Hazim îro Pêncşembê 27 Cotmeha 2022an ji Rûdawê re ragihand, “Mîr Hazim îro ber bi Şingalê ve birêket û dê serdana gundê Koço bike, li wê derê dê merasimeke olî li ser goristana qurbaniyên cenosîdê yên gundê Koço bê lidarxistin, paşê dê serdana çend kesayetên Şingalê bike.”

Li Şingalê ji bo pêşwazîkirina Mîrê Kurdên Êzidî amadekarî hatine kirin û Mîr Hazim dê bi hejmarek kesayetên deverê re hevdîtinan bike.

Mîr Hazim Tehsîn Beg piştî koça dawî ya bavê xwe Tehsîn Beg, di Şibata 2019an de wek Mîrê Êzidiyên li Kurdistanê û cîhanê hatibû destnîşankirin. Ji wê demê ve ev cara yekemîn e ku serdana Şingalê dike.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt