Mîrê Kurdên Êzidî: Min ji Çavuşoglu xwest ku zextê ji bo cibicîkirina Rêkeftina Şingalê bike

.

 Mîrê Kurdên Êzidî yên Kurdistanê û cîhanê, li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civiya û ragihand, wî daxwaz ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê kiriye ku ji bo cibicîkirina Rêkeftina Şingalê zextê li Hikûmeta Iraqê bike.

Mîrê Kurdên Êzidî yên Kurdistanê û cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg îro Çarşemê 28ê Berfanbara 2022an ji Rûdawê re ragihand, “Me di civîna îro de ya bi Çavuşoglu re rewşa Êzdiyan, Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kir.”

Mîr Hazim Tehsîn Beg anî ziman, “Me rewşa Êzidiyên li kampan û rewşa Şingalê nîqaş kir. Min bang li Tirkiyê kir ku bi peywendiyên xwe bi rêya civaka navdewletî zextê li Hikûmeta Iraqê bike da ku Rêkeftina Şingalê cîbicî bike û Kurdên Êzidî vegerin warên xwe.”

Mîr Hazim Tehsîn Beg li ser helwesta Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu anî ziman, “Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji min re got dema ku ez serdana Herêma Kurdistanê bikim û ez ê serdana kampa penaberan li Şingalê bikim û hêvî xwest ku Kurdên Êzidî di demeke kurt de vegerin malên xwe yên li Şingalê.”

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?