Mîrê Êzidiyan şewitandina Qurana pîroz şermezar dike

.

Mîrê Êzdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg şewitandina Qurana pîroz ji aliyê welatiyekî Iraqî li Swêdê şermezar kir.

Mîrê Êzidiyan da zanîn ku şewitandina Quranê karekî provokatîf e, ti pêwendiya wê bi olan re nîne û nêrîna ti ol û baweriyan temsîl nake.

Mîr Hazim Tehsîn Beg got jî, şewitandina Quranê hestên zêdetirî du milyar misilmanan êşand û bêrêzî li baweriyên wan kir, di heman demê de nefret û kîn di nav mirovan de peyda kir.

Mîrê Êzidiyan tekez kir ku ew hemû gotinên nefretê red dikin û hemû kiryarên ku ziyanê digihînin pêkvejiyana aştiyane, hevdengiya biratî û binpêkirina nirxên yekrêziya civakî şermezar dikin.

Di 28ê Hezîrana 2023an de, ku hevdem bû bi yekem roja Cejna Qurbanê re, penaberekî Iraqî yê li Swêdê yê bi navê Salwan Momîka çapeke Qurana Pîroz li ber Mizgefta Mezin a Stockholmê şewitandin. Ev kiryar jî bû sedema bertekên navxweyî û navdewletî û û hin Swêdî jî li dijî wê derketin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê